Sekreterê PDKS’ê Ebdulkerîm Siko piştrast kir, dewleta Tirk ji êrîşên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, Kerkûk û Mûsilê armanc dike û divê hikumeta Hewlêrê vê yekê baş bizane.
Ebdulkerîm Siko ji ajansa nûçeyan HAWAR’ê re axivî û êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê “berdewama xeyalên Erdogan bi pêkanîna Mîsaqa Millî li Mûsil û Kerkûkê” bi nav kir.
Siko destnîşan kir ku êrîş di encama peymana li gel hikumetên Bexda û Başûrê Kurdistanê de rû didin.
Sekreterê PDKS’ê got:
“Ji dema ku AKP’ê serweriya Tirkiyê bi dest xistiye, çavên Erdogan li tunekirina Kurdan e û dixwaze tevahî gelên Rojhilata Navîn bike jêr emperatoriya xwe ya angaştkirî.”
Ebdulkerîm Siko teqez kir ku berxwedana YBŞ li Şengalê û şervanên QSD’ê li Rojava, xewna Osmaniyan têk bir.