Sûdan..Di xwepêşandana bîranînê de 16 kes birîndar bûn

Li Sûdanê di bîranînekî de di navbera welatiyên Sûdanî û polîsên wî de pevçûn derket, 16 kes birîndar bûn.

Li Sûdanê ji bo bîranîna kesên ku di xwepêşandnên 2019’an de jiyana xwe ji dest dabûn xwepêşandanek pêk hat.

Lê polîsên Sûdanê nehişt xwpêşandan pêk were û pevçûn derket.

Di encama vê pevçûnê de 16 kes birîndar bûn.

Piştî bûyerê bi awayekî lezgîn, serokwezîrê Sûdanê Ebdullah Hemedok bang li berpirsên siyasî û çandî kir da ku civînekê li dar bixin.

Ajanasa Sona ya fermî jî da zanîn ku xwepêşandan bi bangkirina malbatên şehîdên xwepêşandana 2019’an di dema fitarê de pêk hat.

Sona diyar kir ku hêzên ewlekariya hundirîn xwepêşandan dorpêç kirin, lê xwepêşanderan ew derbas kirin û xwe gihandin qada xwepêşandanê ku veguherî pevçûnê.

Back to top button