Îro yekemîn salvegera damezrandina partiya pêşerojê ya sûriyê ye.
Serokê partiya pêşerojê ya sûriyê Ibrahîm El-Qeftan diyar kir ku divê gelê Sûriyê berjewendiyên xwe bidin pêş û yekbûna xaka Sûriyê biparêzin û got:
Divê civaka navdewletî jî piştî têş çûna DAIŞ”ê bi erkê xwe rabe.
Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan têkildarî 1. salvegera damazirandina Partiya Pêşerojê ya Sûriyê ji ajansa Hawar’ê re axivî.
Ibrahîm El-Qeftan li ser rêgez û armancên partiyê wiha got:
Armanca partiye nêzkirina nêrînên di navbera aliyên Sûrî û pêşkêşkirina çareseriyên giştî ji aloziya Sûriyê re ye .
veguherandina civakê ber bi civakek siyasî û rêxistinî.
Nenavendîbûn, pirrengî û demokrasî ji rêgezên herî bingehîn ên bernameyên partiyê ne ye.
Ji ber wê partî hewl dide civakek Sûrî ya têghiştî ava bike.
El-Qeftan derbarê pêjavoya beriya damezrandina partiye ev tişt anî ziman:
Partiyê 60 serdan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk anî.
Zemînek partiyê çêbû da ku fikrê wê were belavkirin.
Rewşa heyî ya partiyê û bernameyên wê berhema gelek nîqaş û guhertinan e.”
PARTIYA ME DÊ GELÊ SÛRIYÊ JI HIŞMENDIYÊ DAIŞ’Ê XILAS BIKE
El-Qeftan diyar kir ku ji ber partiya wan li ser bingeha hemêzkera gelêrî hate damezirandin tevlîbûna jê re zêde bû.
Îbrahîm El-Qeftan li ser rola partiyê di tunekirina hişmendiya DAIŞ’ê de ev tişt got:
Partiya me dê gelê Sûriyê ji vê hişmendiyê xilas bike û Sûriyê bighîne silogana partiyê “Sûriyeyek nenavendî, pirrengî û demokratîk”.
El-Qeftan dazanîn ku partî di sala bê de bernameyek girêdayî hevdîtinan bi partiyên Sûrî li Sûriyê bi giştî û projeyên girêdayî destûra nû ya Sûriyê amade kirine.
DIVÊ CIVAKA NAVDEWLETÎ EWLEHIYA SÛRIYÊ BIKE ARMANC
Serokê Partiya Pêşerojê ya Sûriyê Ibrahîm El-Qeftan destnîşan kir ku divê civaka navdewletî ewlehiya Sûriyê armanc bike bi taybet piştî têkçûyîna DAIŞ`ê û wiha bidawî kir.
Divê wek şêniyên Sûriyê em berjewendiyên xwe bidin pêş û yekbûna xaka Sûriyê biparêzin.”