Fermandarê Partiya Marksîst Lenînîst Komunîst MLKP’ê Bayram Namaz bi nasnav Baran Serhed 23’yê Adarê di encama teqîna mayînekê li ser rêya Hesekê -Serêkaniyê de şehîd bû.
Bi sedan şêniyên herêma Serêkaniyê cenazeyê şehîd ji nexweşxaneya Roj a bajarê Serêkaniyê wergirtin û bi kerwanekî ber bi goristana şehîdan ve ketin rê.
Li goristanê piştî merasîma leşkerî gelek axaftin hatin kirin.
Kesên axivîne şehîdên azadiyê bi bîranîn û sersaxî ji malbata şehîd Baran Serhed re xwestin.
Di merasîmê de peyama malbata şehîd baran û peyamên sersaxiyê û helbest hatin xwendin.
Di dawiyê de şervanan cenazeyê şehîd Baran di nava tilîliyên dayikan de spartin axê.