Mezlûm Ebdî: Hevkariya Rêveberiya Xweser û gel piştrast dike ku em li ser rêya rast in

Mezlûm Edbî diyar kir ku hevkariya Rêveberiya Xweser û gel piştrast dike ku em li ser rêya rast in

Fermandarê giştî yê QSD`ê Mezlûm Ebdî li ser hesabê xwe yê twîterê derbarê biryara bûhakirina sotemeniyê peyamek weşand.

Mezlûm Ebdî got:

“Hevkariya avaker a ku me di navbera Rêveberiya Xweser û gel de di çend rojên dawî de dît, piştrast dike ku em li ser rêya rast in ji bo avakirina pêşerojeke guncaw.”

Ebdî diyar kir ku rêveberî hewl dide giraniyê bide hin xizmetên lezgîn ên mîna kehbre, av, perwerde û tenduristiyê.

Fermandarê QSD`ê bang li gel kir û got:

“Em bang li gelê xwe dikin ku li derdora saziyên Rêveberiya Xweser kom bibin û piştgiriyê bidinê da ku bi erka xwe rabe.

Her wiha em ji gelê xwe dixwazin ku ji li hemberî şaneyên ku hewl didin bawerî û istîqrarê li herêmê têk bibin, hişyar bin.”

Rêveberiya Xweser duh li ser xwesteka gel, biryara 119’an a têkildarî bilindkirina buhayên sotemeniyê, betal kir.

Back to top button