ÇETEYÊN DAGIRKERIYA TIRK LI SER DIZIYA MILKÊN EFRÎNIYAN HEVDU DIKÛJIN

Kiryarên dewleta Tirk a dagirker li Efrînê bi dawî nabin.
Çeteyên dagirkeriya Tirk li ser dizîna mal û milkên şêniyên Efrînê li hevdu dan û di encamê de 2 sivîl birîndar bûn.
Li navenda bajêr jî qirkirina etnîkî tê ferz dikin û mal û milkên pêkhateyên din jî tên talankirin.

Piştî dizîn û talankirina mal û milkên şêniyên Efrînê, şer û pevçûn navbera çeteyên dewleta Tirk a dagirker xwe bi xwe rû didin.

Bi sedema destdanîna ser hin zeviyan, navbera çeteyên bi navê “Lîwa Şuheda Bedir” ku serçeteyê wê “Ebû El-Qasêm Ed-Dêrî” ye û çeteyên El-Cebhe Eş-Şemiyê ku serçeteyê wê “Ramî Mixêbir” e, şer û pevçûna rû dan.

Di encamê de 2 sivîl birîndar bûn û rêya navbera gundê Kefercenê yê navçeya Şera û bajarê Efrînê hat qutkirin.

Li gundê Coqê yê navenda bajarê Efrînê jî teqînek pêk hat.

Di encamê de 3 çete hatin kuştin û yek jî birîndar bû.

DEWLETA TIRK Û ÇETEYÊN WÊ MALÊN ERMENIYAN VEGUHSTIN MIZGEFT

Li aliyekî din binpêkirinên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê dewam dike.

Dewleta Tirk hewl dide bi rêya çeteyên xwe qirkirinê li dijî Kurdên Êzdî û Xiristiyanan ferz bike, ola Îslamê bi zorê bi wan bide qebûlkirin û wan bi darê zorê bibin mizgeftan.

Vê dawiyê jî, çeteyên bi navê “Sultan Murad” li ser riya Cindirêsê dest danîn ser xaniyê şêniyê Efrînê yê Ermenî “Harût Kîvork”.

Her wiha çeteyan dest danîn ser 2 dukanên wî û veguhstin mizgeft û nav lê kirin mizgefta “El-Farûq”.

Beriya niha jî dewleta Tirk û çeteyên wê dest danîn ser dêra Xiristiyanan a bi navê “Er-Ra’î Es-Salêh”.

Leave a Reply

Back to top button