Ji ber qutkirina ava çemê Firatê, şêniyên gundên Girê Spî ji ava vexwarinê bê par man.
Di encama qutkirina ava Firatê de, hin pompên avdanê û ava vexwarinê naxebitin.
Pompa Til Semin a Girê Spî bi beşî sekinî ye, ev yek jî bû sedema kêmbûna çandiniyê li gundewarên Girê Spî.
Her wih pompa ava vexwarinê ya li bajaroka El-Hîşe ku avê digihîne bi dehan gundan, bibandor bû û niha her 48 setan tenê 4 saet dikeve xizmetê.
Di encamê de ava vexwarinê li bajarokê El-Hîşa û gundewarên wê kêm bû.