Koordînasyona Kongreya Star bi boneya rojbûna rêber Ocalan daxuyaniyek nivîskî da û got:
4’ê Nîsanê roja vejîna gelê Kurd e û roja pêkanîna xewnên azadîxwazan e.
Koordînasyona Kongreya Star di daxuyaniya xwe de rojbûna rêber Ocalan pîroz kir û wiha got:
“4’ê Nîsanê ne tenê rojbûna rêber Ocalan e, mîlada me hemûyan e.
Em vê rojê wek roja vejîna ji bo gelê Kurd û pêkanîna xewnên azadîxwazan dibînin.
Berxwedana rêber Ocalan û tezên wî hişt ku em bigihîjin vê pêvajoya dîrokî.
Rêber Ocalan têkoşîneke mezin ji bo mirovahî û hemû gelên Rojhilata navîn meşand.
Rêber Ocalan bi rêya felsefeya xwe ya neteweya demokratîk banga jiyana hevbeş û biratiya gelan kir.
Azadiya rêber Ocalan, azadiya me ye , li ser vî bingehî em ê têkoşîna xwe heta pêkanîna serkeftinê bilind bikin.