Artêşa Trik nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kir

Li Idlibê, artêşa dewleta Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê topbaran kir, her wiha balafirek Rûsî jî li başûr ket.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên mirova ragihand ku artêşa Tirk nuqteyên hêzên hikumeta Şamê yên li Başûrê Idlibê kirin armanc.

Her wiha çeteyên Tirkiyê herêma Corîn a li Sehil El-Xab a li gundewarê Hemayê topbaran kir.

Li gorî Çavdêriyê, di encamê de zarokek hat kuştin û zarokek û kesek din jî birîndar bûne.

Hêzên hikumetê jî bi dijwarî deverên çeteyan yên li gundewarê bakur-rojavayê Hemayê û Cebel Zawiyê yê başûrê Idlibê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ragihand ku îro di encama pirsgirêkeke teknîkî de, balafirek keşfê ya ji cureya “Orlan 10” a Rûsî li Cebel El-Erbeîn  ê başûrê gundewarê Idlibê ketxwarê.

Back to top button