Hikmet Hebîb: Revandina nûnerên me xizmeta siyasetên dewleta Tirk dike

Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb diyar kir ku revandina nûnerên rêveberiya xweser û nûnerên PYD`ê xizmeta dewleta Tirk a dagirker û dewletên ku hewl didin ewlehî û aramiya Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk bibin, dike.

Hebîb bang li rêxistinên navneteweyî kir bi taybet Rêxistina Mafên Mirovan kir ku li hemberî tevahiya gelan heman helwestê nîşan bide

Girêdayî mijara revandina nûnerên rêveberiya xweser û nûnerên PYD`ê Hevserokê Meclisa Qanûnsaz a Herêma Cizîrê Hikmet Hebîb ji ajansa Hawarê re axivî.

Hikmet Hebîb got:

“Revandina nûneran xizmeta dewleta Tirk û dewletên ku hewl didin ewlehî û aramiya herêmê têk bibe,dike.

Lê belê divê hikumeta Başûr nekeve bin bandora dewleta Tirk û ajandeyên derve.

Her wiha divê biryarên hikumeta Başûrê Kurdistanê û PDK`ê jî di çarçoveya berjewendiyên gelê Kurd de be.”

Hebîb di berdewamiya axaftinê xwe de dazanîn ku PDK bi revandina nûnerên Rêveberiya Xweser û PYD’ê ve qanûnên navneteweyî bin pê dike.

Hikmet Hebîb tekez kir ku siyaseta dewletan hewl didin berjewendiyên xwe li ser hesabên gelê Rojhilata Navîn û cîhanê asyî bikin, kar dikin.

Hebîb derbarê siyaseta dewletan ev tişt anî ziman:

“Ev siyaset bi hewldana derxistina fitneyan di navbera gelê Kurd de ye,di heman demê de daxwaz dikin ku projeya Rêveberiya Xweser a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî,têk bibin.”

Hebîb bang li rêxistinên navneteweyî kir bi taybet Rêxistina Mafên Mirovan kir ku li hemberî tevahiya gelan heman helwestê nîşan bidin.

Back to top button