Li dijî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê li gelek welatan bertek zêde dibin.
Gelek sendîka û rêxistinên civaka sivîl ên Brîtanî dijî van êrîşan derketin û nameyek hevpar ji Balyozxaneya dewleta Tirk re şandin û banga rawestandina êrîşan dikin.
Li dijî êrîşên dagirkeriya Tirk li ser Başûrê Kurdistanê ne tenê Kurd û rêxistinên Kurdistanî helwest nîşan didin, gelek rêxstin û saziyên navnetweyî jî li dijî van êrîşan derdikevin û banga rawestandina êrîşan dikin.
Gelek sendîka û rêxistinên civaka sivîl ên Brîtanyayî derbarê êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê nameyek hevpar ji Balyozxaneya Tirk re şandin.
Rêxistinan diyar kir ew ji ber êrîşên dewleta Tirk ku serweriya Iraqê û hiqûqa navneteweyî bin pê dike, bi fikar in.
Sendîkayên Brîtanyayî bi bîr xist ku di êrişên dagirkeriyê yên li Başûrê Kurdistanê sivîl zerar dîtin û koçber bûn, her wiha çekên kîmyewî hatin bikaranîn.
Sendîkayên Brîtanyayî bang li dewleta Tirk kir ku dawî li êrîşên li ser Başûrê Kurdistanê bîne.