Civaka Îslamî ya Kurdistanê: Neviyên Şêx Seîd dê xewnên bav û kalên xwe pêk bînin-HAT NÛKIRIN

29’ê Hezîrana 1925’an Şêx Seîd û hevalên xwe ji aliyê dewleta Tirk ve hatin bidarvekirin. Bi vê boneyê
Civaka Îslamî ya Kurdistanê, Komeleya Şêx Seîd û partiyên siyasî yên bakurê Kurdistanê Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn.
Hat diyar kirin îro jî li ser Kurdan komkujiyên nû tên ferzkirin û hat gotin, divê Kurd li dijî êrîşan bibin yek.

Beriya 96 salan ango 29’ê Hezîrana 1925’an, Şêx Seîd û hevalên wî, li Qada Deriyê Çiyê yê Amedê hatin darvekirin.

Bi rashatina salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevalên wî, gelek peyamên bîranînê hatin dayîn.

Civaka Îslamî ya Kurdistanê bi daxuyaniyekê Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn û diyar kir ku kal û bavên wan têkoşîneke dîrokî dimeşandin.

Her wiha di daxuyaniyê de dan zanîn ku Nêviyên Şêx Saîd bûne xwedî hêz û ew ê xewnên bav û kalan bikin rastî.

Civaka Îslamî destnîşan kir ku eger hêzên kurdî bikaribin xwe bikin yek, wê dagirker ji xaka pîroz a Kurdistanê werin avêtin.

Dawiyê hat gotin “Ew kesên kalên me darvekirin, tekez wê werin têk birin.”

Li Amedê Şêx Seîd û hevalên xwe hatin bibîranîn

Komeleya Şêx Seîd û Hevalên Wî jî, têkildarî salvegera darvekirinê li Qada Deriyê Çiyê ya Amedê çalakiya bîranînê li dar xist.

Di çalakiyê de Neviyê Şêx Seîd Kasim Firat, Parlementer, rêveber û Hevserokê HDP’ê yê Amedê, endamên komeleyê û gelek kes beşdar bûn.

Mehmet Kasim Firat axivî diyar kir ku demekî dirêj e zilm li kurdan tê kirin û got:

“Pirsgirêka kurdan bi kuştin û gefan xelas nabe. Yek kuştin bi hezaran ji dayik bûn. Kurd hebûn û wê her hebin jî.

Parlementerê HDP’ê Îmam Taşçier û Cîgirê Serokê Giştî yê PÎA’yê Ahmet Kaya jî Şêx Seîd û hevalên wî bi bîr anîn û ev tişt gotin:

Ev pirsgirêk neyên çareserkirin wê aştî neyê. Daxwaza Şêx Seîd û hevalên wî çi be îro daxwaza me jî ew e.

Li gel bi ser berxwedana 1925’an re 96 derbas bûn jî rastiya civakî û dîrokî hêj bi hemû aliyên xwe ve ne-hatiye derxistin.

Heta niha jî cihên gorên Şêx Seîd û hevalên wî nayên zanîn, ji miriyên me jî ditirsin.

DBP’ê Şêx Seîd û hevrêyên wî bi bîr anî

Navenda Giştî ya DBP’ê jî di salvegera darvekirina Şêx Seîd û hevrêyên wî, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de behsa helwesta berxwedêr a Şêx Seîd û 47 hevrêyên wî hate kirin û ev tişt jî hate gotin:

Heta ku çareseriya pirsgirêkan di metodên demokratîk de lê neyên gerandin, wê li ser vê axê çareserî pêk neyê.

Dewlet niha jî li ser Kurdan qetlîameke nû ferz dike.

Ji bo ku ev metodên bi şer werin terikandin, em dixwazin cihê goran were eşkerekirin.

Back to top button