DI ROJA 10. ŞANOYA BI NAVÊ TU NE KARAYÎ HAT PÊŞKÊŞ KIRIN

Di roja 10’emîn a Mîhrîcana Şano ya Şehîd Yekta Herekol de Koma Serdem a Hêzên Erka Xweparastinê şanoya “Tu ne Kara yî” pêşkêş kir.

Şanoya ji aliyê nivîskar Ezîz Nîsen ve hatiye nivîsandin û Mihemed Resûl ve hatiye derhênerkirin.

Rexnegirin şanoyê ev şano wekî gava destpêkê ya ber bi şanoya cîhanê ve bi nav kirin.

Şano, behsa şervanekî bi navê “Kara” dike, Kara wekî sembolek niştimanî tê dîtin.

Li gelek eniyên berxwedanê şer kir û li ser berxwedana wî gelekan nivîsîn.

Piştî şehadeta wî peykerê wî tê çêkirin û bajarê lê bi navê wî tê naskirin.

Piştî şano bi dawî bû, beşdaran û rexnegiran nêrînên xwe gotin.

Sibe dê xelatên mîhrîcanê werin dayîn.

 

Leave a Reply

Back to top button