QSD’ê nasnameya 3 şervanên ku şehîd bûne eşkere kir

QSD’ê nasnemeyên 3 şervanên xwe ku li Eyn Îsa û Reqayê şehîd bûne bi daxuyaniyekê eşkere kir. QSD’ê sersaxî ji malbatên wan re xwest û soza şopandina rêya wan da.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya QSD’ê bi daxuyaniyekê nasnameya şehadeta 3 şervanên xwe ku 1’ê Tîrmehê şehîd bûne eşkere kir.

QSD’ê diyar kir ku şervanê wan Roj û Şoreş li herêma Eyn Îsa dema bersiva êrîşên dewleta Tirk dan, şehîd bûn..

QSD’ê da zanîn ku her du şervan heta kêliya dawiyê li ber xwe dan û bi xwîna xwe nimûneyên qehremaniyê nivîsandin.

QSD’ê destnîşan kir ku şervanê wan Ebû Menar jî dema rizgarkirina bajarê Reqayê ji DAIŞ’ê birîndar bibû û 1 vê mehê gihaşt asta şehadetê.

QSD’ê di dawiya daxuyaniya xwe de sersaxî ji malbatên şehîdan re xwest û soza şopandina rêya şehîdan heta rizgarkirina welat ji dagirkeran da.

Li gorî daxuyaniya QSD’ê nasnameyên şehîdan wiha ne,

Ehmed Star El-Selcan bi nasnav Roj, 1’ê Tîrmeha 2021 li Depoyên Qizelî ê Girê Spî şehîd bû.

Mihemed Nûr Ehmed El-Ebdullah bi nasnav Şoreş, 1’ê Tîrmeha 2021 li Eyn Îsayê şehîd bû.

Xalid Hisên El-Kilî bi nasnav Ebû Menar, 1’ê Tîrmeha 2021 li Reqayê şehîd bû..

Back to top button