Erdogan şertên xwe yên mayîna li Efxanistnaê eşkere kir

Di berdêla pereyan de, em dixwazin leşkerên xwe li Efxanistanê bihêlin. Serokomarê Tirkiye Erdogan bi vê gotinê, nirxê hebûna leşkerên Tirk diyar kiribû.

Erdogan herî dawî ragihand ku ji bo ew li Efxanistanê bimênin sê merc diyar kir û got: Piştevaniya lojîstîkî bikin û çi tiştê hêzên NATO li Efxanistanê heye, radestî me bikin.

Di demeke ku welatên Ewropa û DYA ji Efxanistanê bazdidin, dewleta Tirk di mayîna xwe ya li welat de israr dike.

Serokomarê Tirkiyê Erdogan carke din daxwaza mayîna hêzên xwe li Efxanistanê kir.

Erdogan di gera xwe ya li herêma Qibris ya dagirkirîn de, axivî û got:

“Ger şert û mercên me werin bicihanîn, em wekî Tirkiye, difikirin ku Balafirgeha Kabulê birêve bibin.”

Erdogan sê mercên ku ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA) têne xwestin jî wiha rêz kir:

– Di xala dîplomasiyê de, ew ê di têkiliyên dîplomatîk de bi me re be.

– Di xala lojîstîkê de, ew ê ji me re derfetên xwe seferber bike û di warê lojîstîkî de hemû hêz wê tiştê xwe radestî Tirkiyê bike.

– Her weha dê pirsgirêkên darayî û îdarî jî hebin. Di vê xalê de, ew ê piştgiriya pêwist bide Tirkiyeyê.

Talîban jî di her fersendê de, nerazîbûna xwe ya li dijî hêzên biyanî yên mayîna li welat dike.

Di demên derbasbûyî de rêberên Talîbanê ragihandibûn ku piştî 11’ê Îlon her hêzeke li Efxanistanê bimêne wê weke dagirker bibînin û bibe armanca hêzên wan.

DYA Wê leşkerê xwe yê dawîn di 11’ê Îlona 2021’an de ji Efxanistanê bikişîne.

Tirkiye ya ku niha 500 leşkerên wî welatî hene, hêj hêzên xwe venekişandiye û bi hejmara leşkerên xweyê niha welatê herî zêde leşkerên xwe li Efxanistanê heyî ye.

Di demeke ku pêvajoya aştiyê ya li Efxanistan di rewşek nediyar de ye, şerek tund di navbera hêzên ewlehiyê û Talîban de dewam dikin.

Talîbanan di êrişên xwe yên ku hefteyên dawiya Hezîranê zêde kirî de, bi awayekî giştî navçeyên li nêzî sînorê Ozbekîstan û Tacekîstan kontrol kirin.

Talîbanên ku Deriyê Sînor ê Xeyretan yê herî stratejîkê bi Uzbekistanê re kontrol kirî, êrişên xwe yên li ser başûr-rojavayê parêzgeha Xeznî zêde kir.

Back to top button