NY: Tirkiye û bajarê Idlib yê Sûrî bûne cih û warê komên radîkal

Di Raporekê de ku ji bo Konseya Ewlekariyê ya NY hatiye pêşkêşkirin, tê diyarkirin ku Tirkiyê û bajarê Idlibê yê Sûriyê bûne çavkaniya leşkerkirina çekdaran ên di nava rêxistinên terorîst de.

Di Rapora ku ji 22 rûpelan pêk tê de çalakiyên terorîst yên li cîhanê di 6 mehên destpêkê yên sala 2021’an de hatine nirxandin, tê gotin ku Bajarê Idlib yê Sûrî cihekî stratejîk e ji bo endamên DAIŞ’ê û malbatên wan.

Di raporê de tê diyar kirin Rêxistinên Terorîst mîna DAIŞ’ê û El Qaîde, kesên ji dewletên ku bi zmanê Tirkî diaxivin û li Tirkiyê dijîn yên weke Uygûr û Tirkman wan di nava rêxistinên xwe de dikin leşker.

Tê gotin ku zêdetirî 10 hezar endamên rêxistinên radîkal li Idlibê bi cih dibin û çalakiyên leşkerkirina çekdaran di nav de zêde bûne.

Di raporê de tê gotin DAIŞ li hin herêmên li Sûiriyê rêbazên şerê gerîla dimeşîne ji bo ku hêza xwe ya şer zindî bike.

Back to top button