Pêşmergeyên Dêrîn û girtiyên Siyasî: Divê PDK hevkariya dagirkeran neke

Pêşmergeyên Dêrîn, girtiyên Siyasî, siyasetmedar û Çalakvanên siyasî yên Başûrê Kurdistanê bi yek dengî êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser xaka Başûrê Kurdistanê şermezarkirin û daxwaz ji PDK’ê kirin ku hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re neke.

Li Başûrê Kurdistan nerazîbûnên li dijî hevkariya PDK’ê bi dewleta Tirk re berdewam dike.

Duh êvarê komek pêşmergeyên dêrîn û girtiyên siyasî yên Başûrê Kurdistanê, li gundê Tengîser a bajaroka Qeredaxê kombûn û daxuyaniyek li dijî dagirkeriya Tirk dan.

Di daxuyaniyê de hat gotin: “Niha dewleta Tirk bi hevkariya hevpeymanên xwe li dijî gelê Kurd êrişan dike.

Bi taybetî jî Barzanî û hinek rayedarên PDK’ê mîna berê carek din bûne parêzerên dagirkeran û dixwazin pêşkeftin û destkeftên gelê me ji holê rabikin.”

Pêşmergeyên dêrîn daxwaz ji pêşmergeyên PDK’ê kir şerê gerîla nekin, berovajî li cem gerîla li dijî dgirkeriya Tirk rawestin.

Li ser navê girtiyên siyasî jî Serwer Zindanî axivî û got: “Me di girtîgehan de ji bo parastina Kurdistanê berdêl da. Divê rê neyê dayîn şerê Kurd bi Kurd dubare bibe û daku carek din komkujiyên enfal û kimyabaranê bi serê Kurdan neyên.”

”Armanca dewleta Tirk tinekirina Kurdan û dagirkirina Kurdistanê ye”

Têkildarî mijarê, Nivîskar û Siyasetmedar Ebûbekir Karwanî anî ziman ”
pêwîstî bi siyasetek fermî heye ku bikare li gel hemû hêzên Kurdî yên li her çar parçên Kurdistanê danûstandinan bike.

Ger ev yek were kirin wê welatên cîran nikaribin destê xwe têxin nava xaka Kurdistanê.”

Di berdewamiya axavtinê xwe de Ebûbekir Karwanî li ser siyaseta înkarê ya dewleta Tirk kir wiha got:

“Dewleta Tirk pirsgirêka Kurd înkar dike û naxwaze pirsgirêka Kurd bi awayek siyasî were çareserkirin.

Êdî Armanca dewleta Tirk zelale ku dixwaze hêzên Kurdî bi taybetî jî PKK’ê tune bike. Lê divê em destûr nedin vê yekê.”

”Armanca dewleta Tirk derxistina şerê Kurd bi Kurde”

Çalakvanên siyasî yên Hewlêrê jî diyarkirin ku armanca Dewleta Tirk derxistina şerê Kurd bi Kurde.

Her wiha diyar kir ku divê hikûmeta Iraq û Başûrê Kurdistanê pêşî dagirkeriya dewleta Tirk bigrin.

Çalakvanan da zanîn dewleta Tirk bi van êrîşên xwe dixwaze axa başûrê kurdistanê bi ser nexşeya Tirkiyeyê ve berde.

Back to top button