Seydo: Siyaseta UNICEF’ê dikeve xizmeta ajandeyên Tirkî û hikumeta Şamê

Endamê Rêveber ê Komîteya Avê ya Herêma Efrînê Seydo Seydo diyar kir ku siyaseta UNICEF`ê dimeşîne xizmeta dewleta Tirk û çeteyên wê û hikumeta Şamê dike.

Seydo Seydo diyar kir ku rêxistina UNICEF a Cîhanê ji 11’ê Tîrmehê ve miqdara ava ku dida Şehbayê nîvê wê kêm kir û gelek gund û navçeyên ku koçberên Efrînê lê bi cih bûne ji ava vexwarinê bê par mane.

Seydo da zanîn eger UNICEF ji biryara xwe vegere û miqdara avê wekî berê nede, tevî derfetên wan ên kêm ew neçar in bîrên nû li navçe û gundên Şehbayê bikolin da avê peyda bikin.

Welat Derwîş: Em hewl didin ku çareserîyê ji pirsgirêka kehrebeyê re bibînin

Hevserokê Desteya Enerjiyê yê Bakur û Rojhilatê Sûriyê Welat Derwîş jî derbarê kêmkirina ava Firatê ji aliyê dewleta Tirk ve ji televizyona me re axivî.

Welat Derwîş da zanîn ku ev siyaset bandoreke mezin li ser welatiyan û berhemên çandiniyê kir.

Welat Derwîş destnîşan kir ku ew hewl didin ku çareserîyê ji pirsgirêkên enerjiyê ku di encama kêmkirina ava Firatê de derketine bibînin.

Back to top button