Haşim El-Cerba: Daxuyaniyên Şamê ne rast in û ji bo propagandayên çapemeniyê ne

Ji şêxên eşîra Şemer, Haşim Silêman El-Cerba diyar kir Rêveberiya Xweser ji hemû gelên herêmê pêk tê û divê her kes wê mînak bigire.
El Cerba nerazîbûn nîşanî helwest û îdîayên hikumeta Şamê yên li dijî Rêveberîya Xweser da û got: “Divê hikumeta Şamê bersiva Rêveberîyê ya danûstandinan bide.

Derbarê daxuyaniyên Wezareta Karên Derve ya Sûriyê ku îdia dike, Rêveberiya Xweser Sûriyê lewaz dike û pirojeyên parçekirinê pêş dixe, gelek bertek derdikevin pêş.

Haşim Silêman El-Cerba destnîşan kir ku tişta hikumeta Şamê nekir Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku QSD’ê bajarê Reqa û Dêrazorê ji mezintirîn rêxistina terorîst a DAIŞ’ê rizgar kirin û aramî li herêmê misoger kir.

Li gorî pîvanan divê hikumeta Şamê xwediyê parastina xaka Sûriyê be, lê li hemberî xaka Sûriyê ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatibû dagirkirin bi erka xwe ranebû.

Ger hikumeta Şamê parastina sivîlan û erda Sûriyê bikira, ew ê giraniyek jê re çêbiba û Rêveberiya Xweser jî dê rêz jê re bigirta.

El-Cerba diyar kir ku Rêveberiya Xweser bi armanca parastina herêmê, ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Suryan, Asûr û Êzidiyan bi hezaran şehîd da û cîhan şahidê vê yekê ye.

Di vê demê de ku hikumeta Şamê ji derve dixwaze ku ji nû ve Sûriyê ava bike, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê dest bi avakirina herêmên ku ji DAIŞ’ê hatine rizgarkirin, kir.

“Me ev yek di pratîkê de dît, mînaka wê jî Reqa, Dêrazorê û herêmên din e.

El-Cerba ev pirs kir: “Projeya Rêveberiya Xweser çawa Sûriyê lawaz dike? Berovajî vê yekê Rêveberiya Xweser Sûriyê xurt kir û rewşa wê baştir kir, divê her kes modêla rêveberiyê wekî mînak bigire.

Hemû dewletên rojava û herêmî dizanin ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê-Rojava li gorî herêmên din ên Sûriyê ya herî bi ewle ye, wê demê ka lawazî?”

ꞌTu kesî rê li pêşiya hikumeta Şamê negirtiye ku herêmên dagirkirî rizgar bikeꞌ

Haşim Silêman El-Cerba ev tişt got, tu kesî rê li pêşiya hikumeta Şamê ne-girtiye ku Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê rizgar bike û alîkariyê bide welatiyan.

Divê hikumeta Şamê bi têgihêştin li Rêveberiya Xweser binêre, bi vê nêrînê wê nas bike ku Rêveberiya Xweser ne tenê Kurd in, lê belê rêveberên ku tê de cihên xwe digirin ji hemû pêkhateyan ne.

Back to top button