Artêşa Tirk gundê Til Gerebêt ê Til Temir topbaran kir

Îro jî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li ser herêmê dewam kirin.
Dagirkeran êrişî gundê Til Gerebêt ê navçeya Til Temirê kirin, şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî bersiva êrişan dan.
QSD’ê jî bi got ewê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan bidin.

Di rojên dawî de dewleta Tirk a dagirker êrişên xwe yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûrî zêde kirine.

Dewleta dagiker a Tirk û çeteyên wê ku li gundê Erîşa bi cih bûne, êrîşî gundê Til Gerebêt ê navçeya Til Temirê kirin.

Şervanên Meclisa Leşkerî ya Til Temirê jî di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişên dagirkeran dan.

Gundên Zirganê bi dijwarî hatin topbarankirin

Li aliyê din, nûçegihanê me ji derdora gundên Zirganê ragihand ku dewleta Tirk û çeteyên wê gundên Eboş, Bab El-Xêr, Ribêat, Xirbet Şeyîr, Til-Elwerid û Niwêhat yên Zirganê bi dijwarî topbaran kirin.

Dewleta Tirk gundê yalinlî topbaran kir

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê jî ragihand ku dewleta Tirk a dagirker vê sibê ji baregeha xwe ya li Şêx-Nasir gundê Yalin-lî yê li bakurê rojavayê Minbicê topbaran kir.

Meclisê eşkere kir ku 4 top li gund ketin û zirar li milkên sivîlan bû.

QSD: Di çarçoveya parastina rewa de emê bersiva êrişan bidin

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê êrişên çeteyên dewleta Tirk yên li ser Til Temir û Zirganê daxuyaniyek da û ev agahî da.

Dewleta Tirk û çeteyên wê ji 10 rojan ve, êrişên xwe li ser herêmê zêdetir kirine û ev binpêkirina huqûqê ye.

Di encama topbarana dewleta tirk a li ser gundên Ziraganê de, zirar gihişte mal û milkên sivîlan.

QSD’ê ragihand ku ewê di çarçoveya parastina rewa de bersiva êrişan bidin.

Her weha destnîşankir ku nexşerêya leşkerî li herêmê nehatiye guhertin û rewşên meydanî wekî xwe maye.

Back to top button