QSD: Li gundê Dibis ê Eyn Îsa 5 çete hatin kuştin 4 jî birîndar bûn

Dewleta Tirk a dagirker tevî çeteyên xwe bê navber êrişî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Duh çeteyên dewleta Tirk êrişî gundê Dibis yê Eyn Îsa kir û hewl da ku gund dagir bikin.
Şervanên QSD’ê bersiva êrişên çeteyan dan. Navenda Ragihandinê ya QSD’ê encama êrişên dewleta Tirk a li dijî gundê Dibis eşkere kir. QSD’ê diyar 5 çeteyên dewleta Tirk hatin kuştin û 4 jî birîndar birîndar bûn.

Dewleta Tirk ya dagirker û çeteyên wê duh êrişeke dagirkirinê li dijî gundê Dibis yê bakur rojavayê Eyn Îsa pêk anî.

Hêzên Sûriye Demokratîk (QSD) bersiva êrişê dan û hewldana dagirkirina gund têk bir.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) derbarê encamên êrişê de daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

“Dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di 22’ê Îlonê de êrişî gundê Dibis yê Eyn Îsa kirin û hewl dan ku gund dagir bike û rêya M4 ya navneteweyî bikin bin kontrola xwe.

Hêzên me bersiv da û hewldanên dagirkirina gund û êrîş têk bir.

Her wiha di encama bersivdana hêzên me de 5 çete hatin kuştin û 4 jî birîndar bûn.”

Derbarê hedefgirtina sivîlan navendê ragihand ku di encama êrişa dagirkeriya Tirk a li dijî herêmê de sivîlê bi navê Mecîd El-Ewed (35) şehîd bû û sivîlên bi navê Zeyneb Mihemed Şerîf (30), Mihemed Şerîf El-Ewed (83), Mehmûd El-Fesîh (19), Yusif Mihemed Hec Hemadî (25) û Terfe Mirî birîndar bûn.

Navenda Ragihandinê ya QSD’ê bal kişand li ser idîayên dewleta Tirk yên şaş ku dixwest raya giştî bixapîne û xwe wekî parêzvan nîşan bide û wiha got;

“Dewleta Tirk a dagirker piştî êrîşê li ser malperên xwe yên medyaya dîjîtal nûçeyên derew belav kir, weke ku şervanên me ev êriş pêk anî, lê ew nikare bi derewan rastiya sûcên xwe veşêre.”

Hêzên taybet ên QSD’ê li Hesekê serçeteyekî DAIŞ’ê girt

Li aliyekî din jî Yekîneyên Taybet ên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê bi piştgiriya hêzên Koalîsyona Navneteweyî doh operasyonek ewlekariyê li bajarê Hesekê pêk anî.

Di vê çarçoveyê de, Navenda Ragihandinê ya QSD’ê ragihand ku di encama operasiyonê de serçeteyekî şaneyên DAIŞ’ê hat girtin.

Navendê eşkere kir ku çeteyê hatiye girtin beşdarî qaçaxçitiya çekan, veşartina çeteyên DAIŞ’ê her wiha operasyonên terorî li hundirê û derveyî bajêr Hesekê, dibû.

Navendê piştrast kir ku ev operasyon di çarçoveya xebatên Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD û Hêzên Koalîsyona Navneteweyî di şerê li dijî DAIŞ’ê, hatiye li dar xistin.

Back to top button