Li Kobanê 2 kes dema ku hewil didan derbasî bakurê Kurdistanê bibin, leşkerên dewleta Tirk ew girtin û eşkenceyeke giran li wan kirin.
Ciwanê bi navê Ebdullah Ednan Cuma yê ji gundê Cim Heran tevî ciwanekî din ku navê wî nehat zanîn axivî û got:
“Ez bi hevalekî xwe yê ji Minbicê çûm Kobanê da ku em derbasî Bakurê Kurdistanê bibin piştî ku em derbasî aliyên Bakûr bûn leşkeran gule avêtin me, em girtin û bi tevahî rêbazan îşkence li me kirin.
Ebdullah Cuma da zanîn ku piştî êşkence li wan kirin hemû pereyên wan ji wan standin û ew avêtin aliyê kobanê, piştre Hêzên Ewlekariya Hundirîn ew rakirin nexweşxaneya bajêr.