HRE’ê nasnameya Şervanekî xwe eşkere kir

Hêzên Rizgariya Efrînê nasnameya şervanê xwe Şiyar Denîz ku li Efrînê şehîd bûye eşkere kir.

Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê ragihand ku şervanê wan Şiyar Denîz dema li ser erka xwe bû şehîd bû.

HRE’ê da zanîn ku şervanê wan Şiyar, dagirkerî û qirkirina ku li ser welat û gel tê meşandin, qebûl nekir û got,

”Ji ber vê jî di nav têkoşîna me ya li hember dagirkeriyê de cih girt û heta kêliya dawî erkên xwe pêk anî”.

HRE’ê sersaxî ji malbata şehîd re xwest û soza şopandina rêya şehîdan careke din dubare kir.

Li gorî daxuyaniyê nasnameya şehîd wiha ye,

Xelîl Hiso bi nasnav Şiyar Denîz, 25’ê Tebaxa 2021’an li Efrînê şehîd bû.

Back to top button