Li Şengalê xebatên hilbijartinan dewam dike.
Şêniyên Şengalê diyar kirin ku di hilbijartinan de ji bo xweserî û wekheviyê wê dengê xwe bidin namzetê PADÊ.
Derbarê karên hilbijartinên giştî yên Iraqê de ku wê di 10’ê Cotmehê de pêk were
,Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ) jî dest bi propaganda hilbijartinê kir.
Bi vê armancê rojan e li Şengalê çalakiyên cuda pêk tên.
Doh şêniyên gundê Borikê meşek û şahiyek li darxistin.
Piştî ku meş bi dawî bû li wir namzetê PADÊ Şêx Semîr Derwêş axivî.
Şêx Semîr da zanîn ku li parlamenta Iraqê wê bibe dengê civaka Êzidî û soz da ku dê ji bo gelê Êzîdî gelek guherînên mezin pêk bîne.
Endama Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) Tora Qasim jî axivî û got:
“PADÊ di rojên zehmet de ji bo gelê Şengal xizmet kiriye ,em jî ta ku xwişkên xwe ji nava destê DAIŞ’ê rizgar nekin em ê qet gav bi paş ve neavêjin.”
Jinên ciwan jî vê derbarê de nerînên xwe dan û gotin ku wê careke din bindestiyê qebûl nekin û ji bo civaka xwe çi ji destê wan bê wê bikin.
Şahî bi gerandina govendan bi dawî bû.