Meclisa Leşkerî ya Girê Spî têkildarî van êrişên dewleta Tirk daxuyaniyek da.
Meclisê anî ziman ku ew ê li hember êrişên dewleta Tirk parastina erd û gelê xwe bikin.
Roj bi roj êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî zêdetir dibin.
Dewleta qirker 17 Îlona 2021’an li gundê Dibis yê navçeya Eyn Îsayê komkujiyek pêk anî.
Di encama wê de 4 sivîl hatin kuştin, 3 kes birîndar bûn û birînên wan jî giran bû.
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî derbarê van êrişan de daxuyaniyek da û got:
”Her roj em dibin şahidên komkujiyên dagirkeriya Tirk.
Herî dawî yek jê zarok şehîdxistina 4 sivîlan li gundê Dibis hovîtiya dagirker isbat dike.”
Meclisê bang li civaka navneteweyî kir ku li hember êrişan bi berpirsyariya xwe rabin.
Û dawî li projeya dewleta Tirk a dagirkirina xaka Sûrî bînin.
Meclisa Leşkerî ya Girê Spî di dawiyê de anî ziman ku ew ê dev ji parastina erd û gelên xwe bernedin û got:
”Heta rizgarkirina herêmên dagirkirî hemûyan em ê şopdarên rêya şehîdên xwe bin.”