Jinên Reqayê şehîd Hevrîn Xelef bi bîranîn

Bi boneya Roja Aştiyê ya Cîhanê, jinên Minbicê li baxçeyê Şehîd Hevrîn Xelef çalakiyek pêk anîn.

Jinan, Ş.Hevrîn bi bîr anîn û piştgiriya xwe ji hemû jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û jinên cîhanê re nîşan dan.

Çalakî ji aliyê Endamên Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê û Kombûna Jinên Zenobiya hate birêxistinkirin.

Destpêka çalakiyê, berdevka Meclisa Jinên Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê Îbtîsam Ebdulqadir axivî.

Îbtîsam Elbdulqadir balkişand ser rewşa jinên li herêmên dagirkirî û got:

“Ka aştî? Çima hîn jî jin û zarok li herêmên dagirkiriî têne kuştin.”

Îbtîsam, sekretêra Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef bi bîr xist û diyar kir ku dîrok dê bibe şahidê şehîdxistina kesa ku ji bo aştiya di navbera hemû pêkhateyên Sûriyê de têdikoşiya.

Di dawiyê de her aliyan bang li rêxistinên mirovî, hiqûqî her wiha Neteweyên Yekbûyî kir da ku nirxên mirovahiyê biparêzin, aştî û aramiyê li cîhanê misoger bikin.

Back to top button