Di teqîna li paytexta Somalî Mogadîşû de 7 kes mirin, 8 jî birîndar bûn

Li paytexta Somalî Mogadîşû bi erebeyeke bombebarkirî êriş pêk hat.
Di teqîna li nêzî Koşka Serokomariyê de, 7 kes mirin û 8 jî birîndar bûn.

Li nêzî Koşka Serokomariyê ya li Mogadîşûya paytexta Somaliyê bi wesayîteke bombebarkirî êrîşek hat kirin.

Li gorî agahiyên ji aliyê berpirsên herêmê ve hatine parvekirin, di encama êrişa wesayîta bombebarkirî ya li çerxerêya Ceelgaab de, 7 kes mirin û 8 kes birîndar bûne.

Piştî êrişê, domaneke reş li ser paytextê rabû.

Hêzên ewlekarî û tîmên tenduristiyê yekser berê xwe dan herêmê.

Piştî êrişê rêxistina teror El Şebab berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Back to top button