Kesên ku li dijî gelên xwe bi MÎT”a Tirk re kardikin bê ceza namînin.
Yekîneyên Parastina Sîvîl-YPS bi daxyaniyekê ragihand ku li Mêrdînê 24’ê Îlonê 2 kes ji ber sîxurî ji bo dewleta Tirk kirine, kuştine.
Di daxuyaniya YPS’ê de li ser mijarê wiha hate gotin,
“Abdulhalîm Elçîoglû û yê pê re Fîraz Xelîl ê ji Qamişloyê yê li Nisêbînê dima, ku li aliyê xiyanetê bûn û bûn sedema şehadeta gerîlayekî.
Abdulhalîm Elçîoglû û Fîraz Xelîl xwe weke dilsozê Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê nîşan didan, lê di navbera Nisêbîn û Qamişloyê de sîxurî ji MÎT’ê re dikirin
Demekê hatin şopandin û piştre ji aliyê endamên me yên Tîma Bersivdanê ya Şehîd Bager Tolhildan hatin cezakirin.
Ev çalakiya me şeva 24’ê Îlonê saet di 01:30’î de li ser rêya Nisêbîn-Qoserê hate kirin ku di dema çalakiyê de herdu şexs di hundirê wesayita bi plaqeya 06 CJB 82 de bûn.