Faysal Miqdad..Tirkiyê sûcên şer dike û bûye çavkaniya komên terorîst

Wezîrê Karê Derve yê hikûmeta Şamê Faysal Miqdad di civîna Neteweyên Yekbûyî de behsa siyasetên dagirkeriya Tirk kir.

Miqdad anî ziman ku Tirkiyê li ser axa Sûrî sûcê şer dike û bûye çavkaniya komên terorîst.

Wezîrê Karê Derve yê Sûrî, Faysal Miqdad li bajarê Amerîkayê New Yorkê beşdarî civîna giştî ya Neteweyên Yekbûyî bû.

Di rojeva Miqdad de kirinên dewleta Tirk hebû..

Wezîrê Sûrî bi bîr xist ku dewleta Tirk sûcên şer û karê dij-mirovahiyê dewam dike û got:

“Tirkiyê li deverên ku dagirkir kirine maf û jiyana mirovan binpê dike. Siyaseta Tirkkirinê dimeşîne.

Bûye çavkaniya komên terorîst û destekê dide wan.

Av li ser bêtirî mîlyonek şêniyên Hesekê birî ye.

Bi darê zorê dihêle ku gel koçber bibe..”

Faysal Miqdad wekî din anî ziman ku dewleta Tirk bi ti awayî li gorî rêkeftinên Soçî û Astanayê tevnagere.

Back to top button