Meclisa Nûneran a Lîbya hilbijartina parlamentoyê 30 rojan paşxist

Di dema hilbijartina li Lîbya de guhertin tên kirin.
Meclisa Nûneran a Lîbyayê ragihand ku hilbijartinên parlamentê wê 30 rojan piştî hilbijartinên serokomariyê bên kirin.

Meclisa Nûneran a Lîbyayê Ebdulah Bileyhîk têkildarî mijarê li ser hesabê xwe yê medya civakî daxuyaniyek da.

Bileyhîk diyar kir ku hilbijartina parlamentoyê wê 30 rojan piştî hilbijartina serokwezîrtiyê bên kirin û got;

Ev biryar li ser bingeha hilbijartina serokwezîr bi awayekî raste rast ji aliyê gelve pêk hatiye.

Li gorî nexşerêya ku Neteweyên Yekbûyî ji bo çareseriyê li Lîbyayê diyar kiriye, dihat plankirin ku hilbijartinên serok û parlamentoyê 24’ê Kanûnê pêk hatiban.

Serokê Parlamentoya Lîbya, 8’ê Îlonê têkildarî hilbijartina li welat qanûnek ji bo hilbijartina serokatiya welat derxist.

Piştre jî di 4’ê Cotmehê de qanûna derbarê hilbijartinê de li parlamentoyê derxist.

Konseya Bilind a Lîbya ku baskek din yê xwedî derxistina qanûnê ya li welate, herdu qanênên parlamentoyê bi neqanûnî binavkir û ew red kir.

Back to top button