Salvegera êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî

Dewleta Tirk a dagirker, beriya 2 salan bi piştgiriya hêzên navnetewî êrişî bajarên Girê Spî û Serêkanî kir. Piştî demekê jî dagirkirin.
Piştî dagirkirina van bajaran sûc û hovitîya dewleta Tirk û çeteyên bê navber dewam dikin.

Serokê Partiya Nûjen û Demokratîk a Sûriyê Fîras Qesas û endamê komîteya têkiliyan a MSD`ê Elî Rehmûn diyar kirin êrişên dewleta Tirk bûn sedema wêranîyê û ev yek hê jî dewam dike.

Dewleta Tirk a dagirker 6’ê cotmeha 2019’an, bi êrêkirina dewletên hegemon, li pêş çavên cîhanê êrişên xwe yên dagirkeriyê ya li dijî bajarên Serêkanîyê û Girê Spî dan destpêkirin.

Di encama êrişên dewleta Tirk a dagirker de li Serêkaniyê û Girê Spî zêdetirî 300 hezar sivîl ji malên xwe koç kirin.

Bi sed hezaran Şêniyên ku ji ber êrişên dewleta Tirk neçar man ji warên xwe koç bikin, li kampêm ku Rêveberiya xweser çêkirin hatin bicîhkirin.

Dewleta Tirk bi dagirkirina bajarên Serêkaniyê û Girê Spî dest bi guhertina demografî kir û li şûna cihên şêniyên ku koç kirin, çeteyên xwe û malbatên wan bicihkirin.

Sûc û kirinên dewleta Tirk ya li dijî gelê kurd bi dagirkirina van bajaran bi sînordar nebû û heta roja me ya îro jî li bajarên di bin dagirkeriya dewleta Tirk de ne kuştin, dest avetin, talan, dizî xilas nabe.

Fîras Qesas, di serî de salvgera dest pê kirina êrişên li dijî Serêkaniyê û Girê Spî bi bîr xist û diyar kir ku dewleta Tirk bi dagirkirina bajarên Rojavayê Kurdistanê armanc dike xeyalên xwe yên Osmanî pêk bîne û bi vê re hewl dide serdestiya xwe ya li herêmê xurt bike.

Fîras Qesas tekildarî sûc û kirinê dewleta Tirk yên li herêmên dagir kirine jî got, dewleta Tirk li dijî kurdan asîmîlekirina çandî bi kar tîne û dixwaze Sûriyê li gorî berjewendîyên xwe ava bike.

Her wiha muxalifê Sûrî û endamê komîteya têkiliyan a MSD`ê Elî Rehmûn jî li ser heman mijarê axivî û got;

“Êrişên dewleta Tirk li ser Serêkaniyê û Girê Spî bi xwe re wêranî anî û hîna jî berdewam e.

Li gorî saziyên navneteweyî, hewldanên guhertina demografî li kêleka hewldanên avakirina baregehan li derveyî herêmê sucên şer in.”

Back to top button