Îranê 120 kîlo ûranyûma ku ji sedî 20 dewlemendkirî hilberand

Rêveberên Îranê ragihand ku wan zêdeyî 120 kîlo ûranyûma bi rêjeya ji sedî 20 dewlemendkirî hilberandine.

Serokê Enerjiya Atomê ya Îranê Mûhammed Eslamî têkidarî mijarê ji televîzyona dewletê re axivî.

Eslamî got:

“Eger hempîşeyên me hilnebirandana bi rengekî xwezayî wê ji bo reaktora me ya Tehranê pirsgirêka sotemeniyê hebûya.”

Li gorî texmînên dawiya meha Tebaxê, stoka Tehranê ya ûranyûma ji sedî 20 dewlemendkirî gihîştibû 84.3 kîloyî. Ev jî ji aliyê teorîk ve ew ast e ku îzotopên tibî yên di teşhîskirina kanserê de têne bikaranîn, bêne hilberandin.

Dewleta Îranê di meha nîsanê borî jî 10 kîlo ûranyûm ku ji sedî 60 dewlemendkirî ye hilberand.

Ev jî, gihîşt nêzî dewlemendkirina ji sedî 90’î ku ji bo hilberandina bombeya atomê pêwîstî pê heye.

Back to top button