Lîderê Koreya Bakur Kim: Ez ê artêşeke têkneçe ava bikim

Koreya Bakur di warê xurtkirina hêza çekdarî de israr dike.
Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un di merasîmek ya nîşandana çekan de soz da ku wê artêşeke têkneçe ava bike û careke din DYA ji tevliheviyên li herêmê sûcdar kir.
Rêveberiya DYA jî dibêje ew ji bo danûstandinên despêkê yên bêy şert amade ne ku li gel Piyonyangê bicivin.

Koreya Bakur di her fersendê de hewil dide hêza xwe ya leşkerî nîşan bide.

Vê yekê jî bi ceribandina moşek û çekên nukleerî her dixe rojevê.

Herî dawî careke din Lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ev yek di merasîmekê de anî ziman.

Kim Jong-un vê carê îdia kir ku armanca mezinkirina artêşa wan ne ewe li dijî Koreya Başûrî êrişekê pêk bînine û got:

Nabe şereke din ku Korî tê de werin kuştin rûbide.

Kim yê di salvegera damezirandina Partiya Karkeran ya 76. de axivî careke din êrişî DYA kir.

Kim, Amerîka weke berpirsê sereke yê aloziya li herêmê destnîşan kir.

Lîderê Koreya Bakur jî aramanca xweya sereke anî ziman û got:

Ez dixwazim artêşeke ku kes cesaret neke li pêşberî wê raweste ava bikim.

Kim bal kişand ser daxuyaniya Serokê DYA Joe Biden ya”Li hember Koreya Bakur helwesta meya dijminane nîne”, û ev tişt anî ziman:

“Ez meraq dikim gelo kes an welat hene ku bi vê yekê bawer dikin.”

Koreya Bakur di van hefteyên dawîn de çekên cûda ceriband.

Di nava van çekan de jî moşekên serhev tên avîtin û mesafeya xwe jî durin.

Beriya niha Rêveberiya Biden got, ew amade ye ku bi rayedarên Pyongyang re li her deverê û her dem bêyî şertên pêşîn ji bo danûstandinên çekberdana nukleerî bicive.

Back to top button