Riyad Derar: Îdiayên dewleta Tirk ên êrişên dawî lîstokek e

Riyad Derar Hevserokê MSD, li ser gefên dawî yên Erdogan ku li dijî herêmê careke din xwar, nirxandin kir..
Riyad Derar îdiayên dewleta Tirk ên li ser êrişên dawî bi lîstokekê bi nav kir û da xuyakirin ku dewleta Tirk bi dewamî li diyalogek bi agir digere.

Wezareta hundir ya dewleta Tirk bêyî tu belgeyan îdîa dikir ku QSD’ê, 2 endamên hêzên taybet yên artêşa Tirk kuştine…

Tevî redkirina van idîayan ji aliyê QSD’ê ve jî, diyar e Erdogan hincetine nû û ji bo dagirkirina herêmên mayî jî, derdixe

Herî dawî Erdogan gefên dijminahiyê li herêmên bi ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Hevserokê Meclisa Sûriya Demokratîk Riyad Derar li dijî van gefan diyar kir ku îdiayên dewleta Tirk ên li ser êrişên dawî lîstokek e, Erdogan hincetan diafirîne da êrişî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî bike.

Derar eşkere kir ku piştî serdanên ji New Yorkê û Moskovê re û kêmbûna piştevaniya gel ji AKP’ê re, hêrsa dewleta Tirk yekser derket.

Derar da zanîn ji bo nixumandina rewşa hilweşiyayî ya li Tirkiyê, rêbazê yekane yê dewleta Tirk ew e eniyên nû yên şer veke da ku gel Tirkiyê ji rewşa welat mijûl bike

Hevserokê MSD’ê Riyad Derar dawiyê diyar kir ku dewleta Tirk cesaretê nake herêmên din ên Sûriyê dagir bike û teqez kir tu peyman û erêkirin li ser vê mijarê tune ne.

Erdogan beriya 2 rojan û di civîneke çapemeniyê de, careke din gefên dijminahiyê li dijî herêmên ewle yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwarin.

Back to top button