10 LEŞKERÊN NÎCERÎ HATIN KUŞTIN

Ev demek e, çeteyên DAIŞê êrîşên kujer li Nijeryayê pêk tîne.
Di êrîşa herî dawî de, çeteyên DAIŞê 10 leşkerên Nejerî kuştin.

Çeteyên DAIŞ’ê di rêya ajansa xwe ya bi navê E’maq ragihand ku wan êrîşek li ser bajarokê ماجوميري li bakur- rojhilatê Nîjeryayê pêk anî.

Di encamê de 10 leşkerên Nejerî kuştin.

Sê çavkaniyên Nijerî û di nav de çavkaniyek leşkerî êrîşa DAIŞê teqez kir.

Li gorî agahiyan, piştî êrîşê çete derbasî hinek dikanan jî bûn.

Paşê artêşê daxwaza piştevaniya hêzên asmanî kir.

Di mehên dawî de çeteyên DAIŞ’ê gelek êrîş li rojavayê Afrîkayê pêk anîn.

Leave a Reply

Back to top button