Konseya Ewropayê li Strasbourg a Fransayê ji bo dosyaya Rêber Apo civiya

Duh Konseya Ewropayê li Strasbourg a Fransayê ji bo dosyaya Rêber Apo û 3 girtiyên din bi amadebûna wezîrên Derve yên 47 welatan civiya. Civîn îro di roja 2yan de ye. Li ber navenda konseyê û CPT’yê çalakiya nobetê îro wê were destpêkirin.

Civîna Desteya Wezîran a Konseya Ewropa li Strasbourgê duh destpê kir û wê 3 rojan dirêj bike.

Tê de dosyaya derbarê Rêber Apo û 3 girtiyên ji doza PKK’ê jî wê were dîtin.

Ji bo Konseya Ewropa biryareke erênî derbarê dosyayê de bide, Kurd û dostên wan wê îro li ber avahiya Konseya Ewropa ku civîn lê tê lidarxistin û CPT’yê ya li heman bajarî kom bibin.

Li gorî agahiyan wê çalakiya nobetê heta 17 rojan dewam bike .

Konseya Ewropa vê mijarê li ser daxwaza hiqûqnas û saziyên sivîl ên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dixe rojeva xwe.

CIVÎNA KONSEYA EWROPAYÊ YA LI STRASBOURGÊ
CIVÎN JI BO NÎQAŞKIRINA DOSYAYA RÊBER APO DI ROJA 2. DE YE

Back to top button