Îro jî li seranserî Başûrê Kurdistanê xwepêşandanên xwendekaran hebûn. Xwendekarên careke din daketin qadan û daxwaza mafên xwe kirin.
Xwendekarên zanîngehên Koye, Silêmanî, Ranya, Qeladiz û Kelarê careke din li dijî nedana lêçûnên mehane yên xwendekaran daketin kolanan.
Xwendekaran bi yekdengî daxwaza mafê xwe kirin û diyar kirin heta ev daxwazên wan neyên bi cihanîn, ew ê çalakiyên xwe bidomînin.
Heta niha berpisên hikumeta Başûrê Kurdistanê ev bang bi cih neanîne û nbersiva van daxwazan nedane.