Duh li meclîsa Tirkîyê, faşîzm û înkara li dijî nirxên Kurdan careke din pir eşkere xwe da der.
Dema Parlementera HDP a Rihayê Ayşe Surucu li meclîsê despê axaftina Kurdî kir, mîkrofona wî ji alîyê rêveberîta meclîsê ve hat girtin.
Parlementer Ayşe Surucu ji bo balê bikşîne ser rewşa girtîyên sîyasî û cezayên ku ji ber axaftina ziamê Kurdî li wan hatîye birîn, xwest li meclîsê bi zimanê Kurdî baxive.
Lê, hişmendîya nijatperest li hember vê yekê kêlîyeki jî tehemûl nekirin û endamên partîya nijadperest Tirk MHP’ê raste rast mudaxale kirin û xwestin axaftina Kurdî were qutkirin.
Li ser daxwaza alîyên MHP’ê, serokwekîlê meclîsê axaftina Parlementera HDP’ê Ayşe Surucu a bi zimanê Kurdî qutkirin.
Ayşe Surucu jî bê ku guh bide van derorên nijadperest, axaftina xwe ya Kurdî domand û got: ”Em Kurd in, zimanê me yê dayîkê Kurdî ye. Êşên me jî, şêwazê jîyana me jî Kurdî ye. Êdî dev ji van polîtîkayên xwe yên qedexeyan berdin.”