Jens Stoltenber: Em daxwaza Rûsya a li dijî Ukraîne qebûl nakin

Li hemberî îdîayên êrişa Rûsyayê, Ukraîne hewl dide bibe endama NATO..

Rûsya jî daxwaz ji welatên Rojavaî dike ku vê serlêdana Ukraîne nepejirînin.

Lû ev daxwaza Mosko ji aliyê NATO ve nehat qebûlkirin.

Doh sekretê NATO Jens Sotltenberg (Yens Stoltenber) li navenda giştî ya Brûkselê pêwaziya serokwezîrê nû yê Almanyayê Olaf Scholz kir.

Di civîna çapemiyê de, Stoltenberg têkildarî aloziya Ukraîne got;

Serlêdana endametiyê ya Ukraîne ji bo NATO tenê me û Kîev alaqedar dike.

30 dewletên endamê û Ukraîne wê biryarê bidin.

Ji bilî wan mafê Rûsya û ti hêzeke din tineye ku vê daxwazê asteng bike.

Sekreterê NATO di axaftina xwe de ev peyam da Mosko:

Em ê ti carî qebûl nekin ku Rûsya careke din bi xwedî rêjîma hêzên mezin. Em ê rê nedin ku serweriya xwe li deverên din berfereh bike.

Back to top button