Koreya Bakur muşekên nû ceriband

Koreya Bakur ji despêka salê ve, lez daye ceribandinên muşekên xwe yên nû. Ev ceribandin tevî bertekên qada navnetewî pêk tên. Rêveberiya Pyongyanê muşekek nû ber bi derya Japonya ve ceriband.

Koreya Bakur a ku hefteya borî bi ceribandina moşeka xwe ya hîpersonîk bû cihê bertekan di nava raya giştî de.

Tê texmînkirin muşeka nû hatî ceribandin jî ya balistîkî ye.

Sererkaniya Hevbeş a Koreya Başûr ragihand ku îro danê sibê saet 07:27ê mûşek ber bi Derya Japonyayê ve hatiye avêtin.

Piştî ceribandina dawîn a ku ji aliyê hikûmeta Japonyayê ve hat piştrastkirin, hat diyarkirin ku muşek li derveyî herêma aborî ya taybet a welêt ketiye û ti zirar nedaye keştî û balafiran.

Serokwezîrê Japonyayê Fumio Kishida jî ceribandina muşekê bi “xemgîn” bi nav kiribû.

Kişîda ferman da wezîran ku ewlehiya derya û balafiran biparêzin û derbarê mijarê de agahiyên berfireh berhev bikin.

Her wiha ji bo rewşa awerte jî xwest alî di amadebaşiyê de bin.

Wezîrê Parastinê yê Japonyayê Nobuo Kişî got,

Ev muşek li derveyî herêma aborî ya taybet a welêt ketiye.

Koreya Bakur despêka salê muşekek ya hîpersonîk ku îdia dikir, 700 kîlometreyan dur li armanca xwe xistiye ceriband.

Her wiha hat ragihandin ku teknolojiya sotemeniya ku di fuzeyê de hatiye bikaranîn ji bo di şert û mercên dijwar ên zivistanê de bên bikaranîn bi awayekî serkeftî hat ceribandin.

Hewildana Pyongyang, bi taybetî Koreya Başûr, Japonya û DYA qada navnetewî xistibû alarmê.

Back to top button