Li dijî cezayên DAY Koreya Bakur bi ceribandina muşekan bersiv da

Li nivgrava Koreya Bakur, ceribandina muşekan ji despêka salê ve zêde bûye. Piştî doh DYA, cezayên nû li ser Koreya Bakur erê kir, hikumeta Pyongyanê îro bi ceribandina muşekan bersiva vê da. Koreya Başûr ragihand ku çekek ber bi rojhilatê welat ve hatiye ceribandin û Japonya jî ev yek piştrast kir. Lê hikumeta Waşîngton dibêje, metirsî nîne, Koreya Bakur tenê dixwaze balê bikişîne ser xwe.

Koreya Bakur ji despêka salê ve, bi ser hev muşekan diceribîne.

Herî dawî îro careke din hikumeta Pyongyanê mûşekek balistîk ceriband.

Di dema ku Serfermandariya Koreya Başûr ragihand ku ‘çekek ber bi rojhilat ve hatiye avêtin’ de, Japonya jî got,

Egeriya muşekek balistîk ya hatî ceribandin piştrast kirine.

Koreya Bakur 12’ê Çile ragihandibû ku wan muşekek hîpersonîk bi serkeftî ceribandibû.

Di ceribandina ku ji aliyê lîderê Koreya Bakur Kim Jong-un ve hat şopandin de, muşeka hîpersonîk a di nav avê de ji dûrahiya 1,000 kîlometreyî bi awayekî serkeftî li armanca xwe xist.

Piştî ceribandina moşeka Hîpersyonîk, DYA 6 Koreya Bakur, 1 Rûs û Şîrketek Rûsyayê xist lîsteya cezayên ku amûran dide bernameya çek û mûşekan a Koreya Bakur.

Cezayên nû nekarî Koreya Bakur rawestîne.

Ji despêka salê ve ev cara sêyeme ku hikumeta Pyongyang muşekan diceribîne.

Daxuyaniya DAY ji bo Koreya Bakur: Koreya Bakur dixwaze balê bikişîne ser xwe

Waşîngton ji dibêje, ji ceribandinên Koreya Bakur netirsin û îdia dike ku armanca wê tenê balkişandina li ser xwe ye.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken derbarê ceribandinên mûşekî yên Koreya Bakur de daxuyanî da.

Blinken di daxuyanîya ku da wiha got:

“Berî çend mehan me ji Koreya Bakur re gotibû, em amade ne ku nîvgirava Koreyê bi temamî ji nukleerî paqij bikin.

Lê mixabin Koreya Bakur bersîva van pêşniyaran neda û ceribandinên muşekan dewam kir.

Ev yek tam ji bo bêîstiqrar kirinê ye.”

Wezîr Blinken diyar kir ku ew difikire ku Koreya Bakur hewl dide balê bikişîne û ev tişt anî ziman:

“Berê jî wisa kiriye û dibe ku wiha dewam bike.

Lê ligel hevalbend û hevkarên xwe em ji encamên van kiryaran pir hişyar in.

Koreya Bakur, piştrast dike ku em û ew bi rêkûpêk têne parastin.”

Back to top button