Li ser sînorê Îranê cenazeyê du kesên qerisî hat dîtin

Koça penaberên Efxanistanê tevî hewa sar jî berdewam dike.

Li gundek navçeya Seraya Wanê du cenazeyên aydî jinek û zilamekî penaber ku ji ber sir û seqemê qerisîbûn hat dîtin.

Li gorî dîmenên hatin ragihandin li gundê Amanyurdê bi ser navçeya Seraya Wanê ve cenazeyê jinek û zilamek penaberên ji Efxanistanê tên dîtin.

Tê gotin ku leşkerên Tirk cenazeyan dibin datînin aliyê sînorê Îranê.

li gar agahiyan cenaze ji aliyê sê leşkeran ve hatine birin.

Beriya niha jî di 30’ê Kanûna 2021’an de li navçeya Qelqeliyê ya Wanê cenazeyê penaberek efxan ku qerisîbû hatibû dîtin.

Ev jin ji bo ku her du zarokên wê neqerisin cilê xwe ji xwe kiriye û li wan kiribû.

Wê jina penaber jiyana xwe ji dest dabû û gundiyên herêmê her du zarokên wê rizgar kiribûn.

Li aliyê din di nava du mehên dawî de li ser sînorê Wanê û Îranê 8 kesan ji ber sir û seqemê qerisîn û jiyana xwe ji dest dan.

Back to top button