ÇETE DARISTANÊN NAVÇEYA MABATA Û CINDIRÊSÊ DIŞEWITÎNIN

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo xweza û Efrîna ku dagirkirine wêran bikin her tiştên ji wan were dikin.
Daristanan dide ber agir.
Daran qut dike û rezan desteser dike û ji xwe re bi kirê dide.

Dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê ji bo xweza û Efrîna ku dagir kirine wêran bikin, her tiştên ji wan were dikin.

Çeteyan careke din daristanên Efrînê dan ber agir:

Çavkaniyên li herêmê ragihandin ku çeteyan agir bi daristanên navbera gundê Heyatê û Gobekê yên navçeya Mabata xistin.

Li gorî çavkaniyên li herêmê, rûpîvana ku hate şewitandin, bêtirî 12 hiktarî ye.

Li gundê Tetera yê navçeya Cindirêsê heya gundê Çobana jî, çeteyên bi navê El-Weqas agir berdan daristanên navbera wan her du gundan de.

ÇETE NAHÊLIN ŞÊNIYÊN GUNDÊN MEYDANA DERBASÎ NAVA ZEVIYÊN XWE BIBIN

Têkildarî mijarê, Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku komên çete astengiyan li pêşiyan çûna şêniyên gundên Meydana yên navçeya Reco nava rezên xwe, derdixin.

Çavdêriyê diyar kir ku çeteyan ji şêniyan rêdan ango ruxset xwestine heyanî ku bikaribin derbasî nava zeviyên xwe bibin.

A balkêş ew e, çeteyan rêdan tenê ji şêniyên Kurd xwestine, malbatên çeteyan jî bê destûr mal û milkên Kurdan desteser kirine.

LI GUNDÊ DÊWRÎŞ, SERÎNCEKÊ Û DURAQLIYA YÊN NAVÇEYA ŞERA DAR TÊN QUTKIRIN

Li gundê Dêwrîş, Serîncek û Dura-qliya yên navçeya Şera, çeteyên bi navê Siqûr El-Şemal bi awayekî bê serûber dest bi qutkirina darên zeytûnan kirin.

Ji ber ku çanda xirakirina xwezayê li ba wan di asta pêşîn de ye, çete daran qut dikin û li bazarên Idlibê difiroşin.

Tê zanîn her tonek dar bi 12 heya 15 hezar lîreyên Sûrî tê firotin.

Li gundê Şingêlê yê navçeya Bilbilê jî çeteyên bi navê El-Hemzat rezan bi 11 hezar dolarên Emerîkî didin bazirganên biyanî yên ji derveyî herêmê.

Leave a Reply

Back to top button