QSD: Şaneyên DAIŞ’ê sivîlan weke mertal bi kar tînin

Navenda ragihandina QSD’ê li ser rewşa heyî gelek agahî bi daxuyaniyan bi raya giştî re bi parve kirin.
Herî dawaî ragihand ku çeteyên DAIŞ’ê ji malên sivîlan gulan davêjin û niha şerekî giran rû dide. 

Navendê ragihand rewşa ewlehiyê ya Awarte li dora girtîgeha Hesekê û taxên derdorê dewam dike.

Navendê eşkere kir ku ev şane li taxa Zihûr û hin deverên bakurî girtîgehê sivîlan weke mertal bi kar tîne.

Hat ragihandin ku kesên li dijî van çeteyan rabûne û nexwestine malên xwe biterikînin, hatine kuştin.

QSD’ê bi daxuyaniyeke din eşkere kir wan 2 çeteyên din ku xwestin ji girtîgehê birevin girtin.

Herî dawî jî eşkere kir ku çete ji malên sivîlan ku ji xwe re kirine mertal; guleyan davêjin û şerekî giran heye.

QSD’ê da zanîn ku hêzên wan komeke çeteyan ku xwestin ji girtîgehê birevin, dorpêç kirine.

Her wiha eşkere kir wan ew serçeteyê ku plana vê êrişê kiriye jî, girtiye.

Herî dawî QSD ragihand wan rê li ber reva 89 çeteyên DAIŞ’ê ji girtîgehê, girtin.

Back to top button