Şengalî li dijî dewleta Tirk û zexta hikumeta Iraqê meşiyan

Bi hezaran Şengalî li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û zexta hikûmeta Iraqê ya li ser Êzîdiyan meşiyan. Li çerxerêya Sinûnê ji aliyê Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ve daxuyaniyek hate dayin. Di daxuyaniya meşê de bangawaziyên girîng li hikûmeta Iraqê hate kirin.

Pêkhateyên Şengalê îro bi pêşengiya Rêveberiya Xweser a Şengalê li dijî êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şengalê û zextên hikûmeta Iraqê ya li ser Êzîdiyan meşiyan.

Meşa girseyî ji qada Şehîd Zerdeşt ya navçeya Sinûnê destpêkir û heya Çerxerêya Sinûnê dewam kir.

Li çerxerê daxuyaniya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji aliyê Cigirê Hevserokatiya Desteya Rêveber a Şengalê Azad Hisên ve hate xwendin.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin bi taybet piştî fermana sala 2014’an, ji bo civaka Êzidî car din bi fermanan re rû bi rû nemînin projeya Xweseriya Şengalê hate avakirin.

Êrişên dewleta Tirk a dagirker yên li dijî Şengalê hate bibîrxistin û hate gotin:

“Di serî de Neteweyên Yekbûyî û Koalîsyona Navneteweyî bi bêdengiya xwe hevkar û piştevanên van êrîşan in.

Hikumeta Kazimî ku ji bo serweriya Iraqê li hemberî dewleta Tirk helwest nîşan neda, bi hinceta peykerê fermandarê mezin Ş.Zerdeşt, bi hezaran leşkerên artêşa Iraqê şand Şengalê.

PDK jî ji xwe li benda wê xeyalê ye ku car din vegere Şengalê û hewl dide van êrîşan rewa bike û îxaneta xwe gihandiye asta herî jor.”

Her wiha hate gotin, ev êrîş û gefên li ser Şengalê ne di berjewendiya Iraqê de ne.

Şer û pevçûna li Şengalê tenê di berjewendiya PDK, dewleta tirk a dagirker û hin aliyên siyasî yên Iraqî de ye.

Rêveberiya Xweser a Şengalê: Em amade ne bi hikûmeta Iraqê re niqaş bikin

Hate ragihandin, ji bo li Şengalê rê li ber alozî û pevçûnan bê girtin, ew amade ne bi dewleta Iraqê re nîqaş bikin

Û ev bang li hikumeta Kazimî, aliyên siyasî yên Iraqê û hêzên navneteweyî hate kirin:

– Me navê ku artêşa Iraqê, wekî şerê dewletekî dike xwe li nav civaka Êzidî de bicih bike. Berpirsyariya esasî ya artêşê tê zanîn û lazim e artêş vekişe ser xet û erka xwe ya esasî.

– Ev ji mehekî zêdetir e 3 ciwanên Êzidî bêsebep li Telarefê tên girtin. Divê demildest ev ciwanên Êzidî bên berdan.

– Fermandar Zerdeşt, yek ji sembolên pîroz ên civaka Êzidî ye. Wî Şengal û Êzdiyatiyê li dijî DAIŞ’ê parast. Ji ber vê heqîqetê lazim e peykerê wî radestî civaka Êzidî were kirin.

– Ji ber liv û tevgera wesayîtên artêşê, li Sinûnê qezayek rû de û di encamê de 2 zarokên me jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê qezayê, hin leşkerên artêşê wekî şahiyeke pîroz kirin û tevgeriyan. Lazim e ji wan kesên berpirsyar hesab were xwestin.

Back to top button