Çalakiya Pirtûkxaneya Gerok di roja 7. de bi dawî bû

Çalakiya pirtûkxaneya gerok ku ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ve ji 16’ê Çile ve hatiye organîzekirin, doh êvarê di roja xwe ya 7. de bi dawî bû.

Çalakî di çarçoveya pêngava “Werin Cenga Azadiyê” ya ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û Însiyatîfa Edalet ji bo Kurdan a Navneteweyî ya bi banga rakirina PKK’ê ji lîsteya Terorê hate lidarxistin.

Di heft rojan de Pirtûkxane li hemû bajarên Cizîrê û gelek bajarok û gundan jî geriya.

Pirtukxana gerok di roja dawî de li Til Temir bû û daxuyanî hat dayîn…

Di daxuyaniyê de hate gotin, em ê her tim di nava çalakiya de bin, hertim li ser pîya bin, heta ku em bigihêjin armanca xwe ya sereke, azadîya Rêber Apo û derxistina PKK ê ji lîsteya terorê.

Back to top button