QSD: Di roja 7’an de plana DAIŞ’ê li Hesekê têk çû

Piştî 7 rojan ji şerê giran, duh pêngava Gurzê Gelan bi serket û plana DAIŞ’ê û piştgirên wê li Hesekê têk çû. QSD’ê ragihand ku derdora 3 hezar û 500 çete hatin teslîm girtin û hêzên wan dest bi operasyonên lêgerînê kirine. QSD’ê got: Derdora 60 heta 90 çeteyî di hucreyên girtîgehê de mane û û bang li wan hat kirin ku xwe radest bikin.

Ji 20’ê Çile ve êrişa çeteyên DAIŞê yên êrişkar ji bo derxistina DAIŞ’yên girtî, ji aliyê hêzên Asayîşê û QSD’ê ve hat kontrolkirin..

Bi navê operasyona “Gurzê Gelan” şerê li dijî DAIŞ’îyên êrişkar û yên dixwastin ji girtîgeha Sînaa birevin 7 rojan dewam kir…

Di vê pêngavê de bi dehan çete hatin kuştin û bi sedan jî teslîm hatin girtin..

Di 26’ê Çile, di seat 3’ê kêm 10 deqe operasyona li dijî DAIŞ’ê li girtîgeha Sînaa û li taxa xiwêran bi encam bû..

Fermandarê Asayîşê siyamend welat: plan a dewleta tirk û rêjîmê bû

Fermandarê giştî yê Hêzên Ewlekariya Hundirîn Siyamed Welat dema ku çete teslîm dihatin girtin daxuyaniyek da û got::

“Piştî 7 rojan ji şerê li hundirê girtîgeha Sînaa ya taxa Xiwêran ê bi çeteyên DAIŞ`ê re bi encam bû..

Çeteyên êrişkar hinek bi piştgiriya dewleta Tirk ji herêmên dagirkirî hatibûn û hinek jî ji herêmên di bin kontrola hikumeta Şamê de, hatibûn.”

Planên hikumeta Şamê û rejîma Tirk têk çûn, QSD`ê û Hêzên Ewlekariya Hundirîn berxwedaneke mezin nîşan da û rewş kontrol kir.”

Bi hezaran çeteyên DAIŞ`ê ku di hundirê girtîgehê de bûn teslîm hatin girtin..

Fermandariya giştî a QSD: Operasyona me wê li cihên cûda dewam bike

Fermandariya Giştî a Hêzên Sûriya Demokratkîk- QSD’ê di heman rojê de, ber bi êvarê bi amadebûna gelek dezgehên çapemeniyê daxuyaniyek da û ragihand ku pilana DAIŞ’ê têk çû û operasyon bi ser ket..

Endama Fermandariya Giştî ya QSD’ê Newroz Ehmed ku daxuyanî da, anî ziman ku plan mezin bû û wan îro careke din DAIŞ û yên li pişt wan têk birin..

QSD: Derûdora 3 hezar û 500 çete teslîm hatin girtin

Navenda Ragihandinê ya QSD jî îro di seatên sibehê de têkildarî geşedanên dawî yên li girtîgeha Sînaa daxuyaniyek da û ev agahî parve kirin:

“Piştî ku hêzên me girtîgeha Sînaa bi temamî kontrol kir û derdora 3 hezar û 500 çeteyên girtî teslîm bûn, dest bi operasyonên lêgerînê di hucreyên girtîgehê de kir.

QSD: Eşkere bû ku 60 heta 90 DAIŞ’î di hucreyên girtîgehê de xwe asê kirine

Derket holê ku derdora 60 heta 90 çeteyî di van hucreyan de ne û hêzên me bang li wan kir ku xwe radest bikin..

Ger xwe radest nekin, wê hêzên me li gorî bê xwestin bikevn tevgerê..”

Li aliyê din, wekî tedbîr û ji bo ewlehiya welatiyan, Desteya Hundirîn a bakurê û rojhilatê Sûriyê qedexeya derketinê ragihandibû…

Bi vê biryarê jî tevgera welatiyan di nava bajaran de kêm bûye û bendên kontrolê yên Asayîşê û hêzên parastina Civakî li her derê tên dîtin.

 

Back to top button