LI BAXOZÊ ŞERÊN DIJWAR RÛ DIDIN

Qonaxa dawî ya têkbirina DAIŞ’ê bi hemû hêza xwe dewam dike.
Di van kêliyan de li Baxozê di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin.
Her wiha çete hewl didin pêşdeçûna şervanên QSD’ê bi rêya êrîşên xwekujî asteng bikin.

Nûçegihanê me ragihand ku di van kêliyan de di navbera şervanên QSD`ê û çeteyên DAIŞ`ê de şerên dijwar rû didin.

Li gorî agahiyên ji fermandarên QSD’ê hatine girtin, çete hewl didin bi êrîşên xwekujiyê pêşdeçûna şervanan asteng bikin.

Lê tevî hemû asetengiyên ku çete derdixînin, şervanên QSD’ê bi pêş ve diçin û hemû rêbazên çeteyan, têk dibin.

Herî dawî şervanên QSD’ê kamyonek bombebarkirî ya çeteyan teqandin.

Her wiha gelek çete jî hatine kuştin.

Leave a Reply

Back to top button