Hemû beşên girtîgeha Sînaa hatin kontrolkirin

Piştî ku êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li Hesekê hat têkbirin ji 26’ê mehê ve operasyonên paqijkirinê dewam dikir. Fermandariya Giştî ya QSD’ê bi daxuyaniyekê ragihand ku Operasyonên di nav girtîgeha Sînaa de dihatin meşandin bi encam bûn û wan hemû beşên girtîgehê xistin bin kontrola xwe. Li rojhilatê Dêra Zorê jî 9 çeteyên ku amadekariyên êrîşan dikirin, hatin girtin.

Çeteyên êrişkar yên DAIŞ’ê di 20’ê Çileyê de êrîşî girtîgeha Xiwêran a Hesekê kirin.

Li ser vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hindirîn, bersiv dan êrîşa çeteyan.

Û di çarçoveya Pêngava Gurzê Gelan de şerekî ku 7 rojan dewam kir, rû da.

Piştî şerê dijwar, di 26’ê Çileyê de, kontrolkirina piraniya girtîgeha Sînaa, hat ragihandin.

Piştî vê yekê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê û Hêzên Ewlekariya Hindirîn, li hin beşên girtîgeha Sînaa û taxên Hesekê, xebatên lêgerîn û paqijkirinê, li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê dan destpêkirin.

Ev operasyon û lêgerîn di roja 4’emîn de didomin.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) îro bi daxuyaniyekê ragihand ku Operasyonên di nav girtîgehê de dihatin meşandin bi encam bû û wan hemû beşên girtîgeha Sînaa ya Hesekê xistin bin kontrola xwe.

QSD’ê got:”Di çarçoveya pêngava berfireh ku hêzên me li dijî çeteyên DAIŞ’ê dest pê kirin de, operasyona lêgerînê li girtîgeha Sînaa ya li taxa Xiwêranê ya Hesekê bi dawî bû.Operasyonên lêgerînê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên li avahiyên bakur ê girtîgehê yên mayî jî bi dawî bûn.  Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî êrişa dawî ya li ser girtîgehê dê di dema pêş de daxuyaniyekê bide û agahiyên berfireh parve bike.”

Li aliyê din Xebatên lêgerîn û paqijkirinê li taxên Hesekê didomin.

Li Dêrazorê 9 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin

Operasyonên lêgerîn û paqijkirinê ne tenê li Hesekê li herêmên din jî dewam dike.

Li gorî malpera fermî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD), hêzên Meclisa Leşkerî ya Hecînê ,9 çeteyên DAIŞ`ê yên ku amadekariya êrîşan dikirin, li herêmên Ebû Hemam û Ebû Herdûb ên li rojhilatê gundewarê Dêrazorê, girtin.

Hat raghandin ku bi çeteyên hatin girtin re gelek alavên weke bêtêl û belgeyên din jî hebûn.

Meclisa Leşkerî ya Hecînê diyar kir ku wê xebatên wan ên lêgerînê, heta tunekirina terorê li herêmê, bidomin.

 

Back to top button