Li seranserê cîhanê di meha Çile de 12 rojnemvan hatin kuştin

Meha despêkê ya sala 2022’an jî me li pey xwe hişt. Lê ev meh ji bo rojnamevanan bi xwînê derbas bû. Di nava meha Çileyê de 12 rojnamevan li seranserê cîhanê hatin kuştin.

Kampanya Press Emblem (PEC) ya navenda xwe li Cenevê ye li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand.

PEC diyar kir ku ew ji bo parastina mafên rewa û ewlekariya rojnamegeran li çaraliyê cîhanê dixebite, hat destnîşankirin ku di meha despêkê ya 2022’an de jimara rojnamegerên ku hatine kuştin di asta rekorê de ye.

PEC’ê ji bo malbatên mexdûr ên rojnamegerên hatine kuştin daxwaza edaletê û berdêlên têr kir.

Sekreterê Giştî yê PEC’ê Blaise Lempen kuştin şermezar kir û got,

“Meha despêka sala 2022’an bi nûçeyên xemgîn dest pê kir.

12 xebatkarên çapemeniyê ji aliyê êrîşkaran ve hatine kuştin.”

Lempen destnîşan kir ku ji Meksîkayê 4, ji Haîtî 2, Hondûras 2, Pakistan 2, ji Kazakistan û Myanmarê jî 2 rojnameger hatin kuştin.

Li gorî daneyên kampanyayê di sala 2021’an de ji 29 welatan 79 rojnameger hatine kuştin.

Li Afganîstanê 12, li Meksîkayê 10, li Pakîstanê 7, li Hindistanê 6, li Fîlîpînê 4 rojnameger di êrîşên cuda de hatin kuştin.

Back to top button